Şêx Evdirehman zaroktiya xwe li gundê xwe diborîne. Dersa xwe yî ewil li medreseya bavê xwe distîne, li cem bavê xwe dersên sereke temam dike. Şêx ji bo ku paye û pileya xwe ya ilmî bilindtir bike li medreseyên derûdora xwe jî bi alim û zanayên mezin re dikeve têkiliyê. Paşê dîsa vedigere Axtepê. Piştî Şêx Hesenî Nûranî xelîfetiyê dide kurê xwe Şêx Evdirehman êdî ew li medreseya Axtepeyê dest bi dersdariyê dike û terîqeta Neqşebendîtiyê li wê herêmê belav dike.Şêx piştî demeke dirêj,ku dersdariya medreseya ku di dewra xwe de kiribû wek medreseyeke navneteweyî û nav û dengeke berz û bala dabûyê, domand, êdî giraniya xwe da ser xebat û şuxlên ilmî, jiyana mayî ji bo berhemên nemir û temendirêj terxan kir.
Şex Evdirehman di sala 1910an de wefat kiriye û li gundê Axtepeyê li cem bavê xwe hatiye veşartin. Niha jî Axtepe bûye wek ziyaretgah, her sal bi hezaran mirov di 20ê gulanê de seba roja wefata Şêx Hesenê Nûranî Axtepeyê ziyaret dikin. Her çend wefata wî di 20ê nîsanê de be jî ji ber ku meha nîsanê şilî û baran zêde ye roja ziyaretê talûq kirine 20ê gulanê. Di wê rojê de gel hem minnettarî û wefadariya xwe ji bo malbata axtepeyiyan bibîr tîne û hem jî dia û daxwazên xwe ji ser vê axê digihînin Xwedayê xwe. Sebebên ku malbata Axtepeyiyan di nav gel de binavûdeng kirine gelek in. Em dikarin hin sedeman wiha rêz bikin.Yek jê mihbeta dînî ye ku xistiye nav gel. Ya din terîqeta neqşebendîtiyê li wê herêmê belav kiriye û gelek murîd ji wir derketine. Dîsailmê bi gel daye hezkirin, problemên civakê bi dilxweşî û bêlayen çareser kiriye, fetwayê wî muteber bûne di nav xelkê de. Ji bilî ilmên dînî ilmên pozîtîf jî xwendiye û daye xwendin.
Şêx Evdirehman wek peyrewê Ehmedê Xanî tê qebûlkirin. Di rastiyê de malbata Axtepeyiyan tev de heman ekol e ku rêya Xanî şopandine û di bin bandora helbesta wî de mane. Helbestên Şêx, herikbar û fesîh in. Bi zimaneke asan û şêrîn hatine honandin.Bi kurtî naveroka helbestên wî tesewif, evîn, felsefeya yekîtiya Xweda, hezkirina ehlên beytê, terîqa neqşebendiyê û hwd e. Di helbesta wî de peyvên erebî û farisî hebin jî ev ji taybetiya terza helbesta klasik e ku termînolojiya wê bi peyvên erebî û farisî hatine honandin.
Ekola Axtepeyiyan xemxwarê gel û zimanên xwe bûn. Ji berhemên wan em fahm dikin ku tişta ku Ehmedê Xanî dixwest ew jî hezkirine berdewam bikin. Di van risteyên li jêr de gazinên ku Ehmedê Xanî dikir, Şêx Evdirehman jî bi uslûba xwe dubare dike. Gazinên wan bazara kesad bû ku li vê bazarê xwedîtî li xwendin û nivîsîna kurdî tunebû an jî kêm bû. Edebiyata kurdî her çiqas ji edebiyata faris û ereb û tirkan zêdetir nebû jî wî qasî kêmtir jî nebû. Lê mixabin ew giliyên xwe ji kurdîaxêvan re dikirin ku ji edebiyata xwe bêpar in; ji gelên cîran re dikirin ku ew jî vê gencîneyê nedidîtin. Ji ber ku di vê nivîsê de behsa me Şêx Evdirehmanê Axtepî ye kerem kin çend riste ji helbesta wî jî em li nivîsa xwe zêde bikin. Da ku em bibînin rewşa bazara kesad çawa bilêv kiriye.
…
Me ev çendê lefzê şêrîn çêkirin
Zebanê di tirkan me pê jêkirin
Me hêvî ji nezarekanê ezîz
Ku çavan bidin ser vî nezmê temîz
Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner
Welê, da li dunya bimînit eser
Ku tirk û ecem qet nebên carekê
Nihin kurdî şa‘ir di misra‘ekê
Bizanin ku şa‘ir ji kurdan hene
Ji ‘uşşaqê turk û ecem zêde ne
…
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
…
Ji kurmanciyê zêde şêrîn niye
Welêkîn xerîdarê çendîn niye
Eger min bidîta xerîdarek qet
Rewan dê me bikir abi teşbîhê şet
Kelamên di kurdî bi nezm û wezin
Me bîna wucudê kîtabê mezin
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çi ku kes nihin bêje min “aferîn
Şêx Evdirehmanê Axtepî ji bilî Kurdî bi sê zimanên din jî baş dizanibû: Erebî, Tirkî û Farisî. Ji van zimanan bi Kurdî, Erebî û Farisî berhem û helbestên wî hene. Li gor neviyê wî,ew bi Fransizî jî dizanibû. Em vê agahiyê ji hevpeyvîna ku neviyê wî bi Fehîm Işik re kiriye dibihîsin. Ya ku em dizanin Şêx Evdirehmanê Axtepî çar berhem li pey xwe hiştine:
Rewdetu’n-Neîm: Bi kurmancî ye. Di vê berhemê de behsa mîraca Pêxember dike. Bi terza mesnewiyê hatiye nivîsîn.
Dîwana Rûhî:Hemû helbestên wî di vê dîwanê de ne. Di helbestên xwe de mexlesa Rûhî bi kar aniye. Lewma navê berhemê bûye Dîwana Rûhî.
Keşfî’z-Zelam: Bi erebî ye. Li ser baweriyên cuda yên li ser îslamê ne.
Kîtabû’l-Ebrîz: li ser Qur’anê hatiye nivîsîn.
Ev çend beyt in jihelbesta ewil a dîwanê.
Şehîdê çeşme cellad im, hewadar im bi bejnê ra
Di ‘ilmê ‘eşqê neqqad im, rîwayet kim ji amê ra
Ji her kes ra rîwayet kim, hemî xelkan hîdayet kim
Nikatan ez dirayet kim, mûheyya me ji derse ra
Mûheyya hazir im her dem, esîr û bêhiş û sersem
Ku zilf û kakul û perçem, bi lef bêtin bi baê ra
Bi lef bên kîsûyê taze, bi saz û coş û awaze
Rûxê aşiq dibit xaze, ji ber tîrê di cergê ra
Xedeng in min di nêv cergê, kişandim hâlete mergê
Dema davêje dil zergê, dikimefxan bi derbê ra
Ji ber derbê hilak im ez, hezîn û derdinak im ez
Kebab û sîne-çak im ez, hewesbaz im bi yarê ra
Hewesbaz im bi xemxwarî, cîhan yekser li min tarî
Ji min tên nale û zarî, sehergahan bi fecrê ra
Di fecr û zûhr û êvaran, dikim feryad û hewaran
Qewî dûr im ji nazdaran, birîndar im ji hicrê ra
Ji hicra te birîndar im, hezîn û dilkul û jar im
Seraba cemre wek nar im, telef bû ruh û can pê ra
…
Dibejit Rûhiyê xemxwar, kelam û şi’rê ateşbar
Ji hukmê suhbeta xeddar, cîger sota bi şi’rê ra
Çavkanî
Feqî Huseyn Sağnıç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2002
Şêx Evdirehmanê Axtepî, Dîwana Rûhî, Weşanên Belkî, Diyarbekir, 2013